Rayedaerekî leşkerî yê Hizbûllahê diyar kir ku li dijî artêşa Îsraîlê dibe ku taktîkên kevn ku di nav de "êrîşên xwekujî” hene, dîsa bi kar bînin. Rayedarê ku ji Al Jazeera re axivî û daxuyand ku ji bo "pêşî li bicihbûna Îsraîlê" li başûrê Lubnanê bigirin planên êrîşê amade kirine.
Di heman daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komên “ji “berê ve hatibê plankirin” yê hatine bicihkirin armanc dikin ku rasterast bi leşkerên Îsraîlê re têkilî daynin. Di salên 1980’an de êrîşên xwekujî yên Hizbûllah li dijî Îsraîlê derketibûn pêş.
Her wiha li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, ji 2’yê Adarê ve di êrîşên Îsraîlê de zêdetirî 2 hezar û 500 kes jiyana xwe ji dest dane. Her çiqasî her du alî hevdu bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikin jî, tê payîn ku lîderê Hizbûllahê Naîm Qasim li ser vê mijarê daxuyaniyekê bide.
AOUN: EM Ê PEYMANEKE BIÇÛKXISTINÊ QEBÛL NEKIN
Serokomarê Lubnanê Joseph Aoun di daxuyaniyên xwe de diyar kir ku muzakereyên bi Îsraîlê re nayê wateya "teslîmbûnê". Aoun daxuyand ku ji bo agirbestek rastîn muzakare şertê sereke ye û ew ê "peymanek biçûkxistinê” qebûl nekin.
BERTEKA LI DIJÎ 'XIYANETÊ’
Aoun kesên ku ji bo berjewendiyên biyaniyan welêt dikişînin nav şer rexne kır û got, "Xiyanetiya rastîn ew e ku yên welatê xwe ji bo berjewendiyên yên din dixe nava şer e.”